Îro, Înî 27ê Çirîna Paşîn a 2026an, Elî Ezmayî, fermandarê hêza deryayî ya Sepaha Pasdarên Îranê, dubare kir: saeta sifirê ji bo şikandina dorpêça deryayî hatîye destpêkirin û pir nemaye.
Elî Ezmayî ragihand: "Saeta sifirê ji bo şikandina dorpêça deryayî nêzîk bûye".
Fermandarê hêza deryayî ya Sepahê herwiha amaje bi vê yekê kir: "Divê dijmin li benda tevgerê li ezman û deryayê be", di heman demê de tekez kir ku şikandina dorpêçê erkekî bêveger e.







