Berî sibehê îro, roja yekşemê 29ê Cotmeha paşîn a 2026an, Erebistana Siûdî eşkere kir ku pergala parastina ezmanî ya welatê karîbû sê mûşekên balîstîk ên Hûsiyan ji ezmanê bixe xwarê; yek ji wan ber bi paytextê, Rîyadê, û du yên din ber bi deverên rojhilatê yên Erebistana Siûdî ve hatibûn arastekirin.
Digel xwarxistina wan sê mûşekên balîstîkan, Erebistana Siûdî piştrast kir ku bi balafirên şerker ên xwe platformek avêtina mûşekên balîstîk li parêzgeha Se’deya Yemenê rûxandiye. Ji wê derê mûşekek ber bi devera Cîzanê ya Erebistana Siûdî ve dihat arastekirin. Di heman demê de, Padîşahiya Erebistana Siûdî soz da ku bi tundî bersiva her êrîşê bide ku sivîl û deverên niştecihbûna welatiyên sivîl dike hedef.
Di hemberî vê yekê de, Hûsiyanên Yemenê di daxuyaniyekê de eşkere kirin ku di 48 saetên borî de wan pênc êrîş li ser balafirgeha Rîyadê û çend navendên neftê, gazê û elektrîkê yên Erebistana Siûdî pêk anîne.
Li gorî daxuyaniya Hûsiyan, di van êrîşan de Balafirgeha Navneteweyî ya Xalid li paytextê Rîyadê, du radarên li deverên Ebha û Xemîs Mûşeytê, rafîneriya Cîzanê, kargeha gazê ya Hewiyeyê li başûrê Ehsa û her du stasyonên elektrîkê yên Şeqîq û Cîzanê hatine hedefgirtin.







