Qalibaf di peyameke vîdyoyî de li Telegramê got: Divê hikûmet bilezîne û piştî ku Encûmena Parastina Destûrê yasaya reformkirina îstixbaratê pejirand, yekser wezîrekî nû û daîmî ji bo Wezareta Îstixbaratê tayîn bike. Posta wezîr ji 18ê Adarê ve, piştî ku Îsmaîl Xetîb di êrîşeke Îsraîlê de hat kuştin, heta niha vala maye.
Pêdiviya vê reformê piştî çend operasyonên ketina îstixbarata Îsraîlê bo hundirê Îranê derketiye holê. Di nav wan de kuştina zanyarê atomî Moxsen Fehrîzade di sala 2020ê de, terorkirina Îsmaîl Heniye, serokê buroya siyasî ya Hamasê li Tehranê, di sala 2024ê de, û herwiha di dema şerê 12 rojî yê mehê Hezîrana 2025an de, dema ku casûsên Îsraîlê ji hundirê Îranê ve di hedefgirtina pergalên parastina esmanî, platformên mûşekan û fermandarên payebilind de alîkar bûn, hene.
Parlementerên Îranê îro, roja Yekşemê, li ser bendên giştî yên pêşnûmeya yasayê ya ji nû ve avakirina pêkhateya Wezareta Îstixbaratê deng dan. Medyaya fermî ya Îranê amaje kiriye ku, li gorî pîvanên nû, şertên alimên dînî ji bo posta wezîrê îstixbaratê tên firehkirin û kesên pispor ên sivîl ku xwediyê bawernameya masterê ne û herî kêm 10 sal ezmûna rêveberiyê di qada îstixbaratê de heye, dikarin ji bo vê postê bên hilbijartin.







