Ajansa nûçeyan a "Hengaw" a taybet bi mafên mirovan li Îranê (ku navenda wê li Amerîkayê ye), bi hev re digel Rêxistina "Mafên Mirovan li Îranê" (li Norwêcê) ragihand ku rewşa tenduristiya Tarane ji ber bûyera roja şemiyê gelek nebaş bûye. Rêxistina Mafên Mirovan li Îranê destnîşan kir ku Tarane, ku berê ji bo çokê xwe emeliyat bû, di dema rûbirûbûna bi acizkirin û biçûkdîtina ji aliyê paswanekî zîndanê ve hevsengiya xwe winda kiriye û ji ser derenceyan ketiye xwarê.
Ji aliyê din ve, Mesûd Nûr Mihemedî, pismamê Tarane li Amerîkayê, di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa France Presse got: "Tarane hatiye veguhestin nexweşxaneyê û tê texmînkirin ku paswanan ew ji ser derenceyan avêtiye xwarê."
Tarane Rehîmî (21 salî) bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin û ji bo xwişka wê ya cewherî, Rûmîna, cezayê 36 salan girtina zîndanê hatiye birîn; ew jî ji ber beşdarbûna wan di nerazîbûnan de ye. Di heman demê de, îsal her du xwişk di nav sê berendamên dawîn de bûn ji bo wergirtina Xelata "Sakharov" a azadiya ramanê ku ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve tê dayîn.







