Bankeya Navendî ya Iraqê îro çarşemê eşkere kir ku biryara guherandina nirxa dolarê li hember dinara Iraqî, wekî rêbazeke parastinê ya lezgîn bûye, armanc jî kêmkirina kurtahênan û zêdekirina dahatê ye.
Heyder Xazî, rêvebirê ragihandinê yê Bankeya Navendî ya Iraqê, di hevpeyvînek televîzyonê de ragihand: Iraq niha di rewşeke aloz û dijwar de ye ji ber girtina Tengava Hurmuzê û kêm bûna hinardeya neftê, ev jî bûye sedema kêm bûna dahatan.
Wî her weha got: biryara guherandina nirxa dolarê û diravên biyanî li hember dinara Iraqî pêvajoyeke parastinê ya lezgîn e, bi armanca domandina aliyê darayî û dabînkirina pêdiviyên budceyê.
Wî her weha îşaret pê da: tevî bandorên neyînî yên wê niha, lê biryar ji bo rêgirtina li zirarek mezintir bûye ku dibe ku di pêşerojê de Iraq rû bi rû bimîne.
Rêvebirê ragihandinê yê Bankeya Navendî ya Iraqê her weha piştrast kir ku guherandina rêjeya dolarê di pêşerojê de vejîna pîşesaziyê û hilberîna neteweyî pêk tîne, ji ber zêdekirina hilberînê û piştevaniya li ser kelûpelên navxweyî li şûna tiştên îthalkirî.
Heyder Xazî di dawiyê de piştrast kir ku hikûmeta Iraqê dixebite ji bo kontrolkirina sînorên û tundkirina rêbazên kontrolkirina kelûpelan û rêkxistina ketina wan li gorî rêçên qanûnî û fermî.







