Buhaya nefta xav a Brentê bilind bû û gihîşt 114 dolarî; ev jî asta herî bilind e ji mehê Gulanê ya borî ve. Di heman demê de, ajansa Reuters sedema vê bilindbûnê vedigere ser êrîşên li ser binesaziyên Aramco ya Siûdî.
Îro Înê 23-ê Çiriya Pêşîn a 2026-an, buhaya nefta xav a Brentê li bazarên cîhanê asta xwe ya herî bilind ji mehê Gulanê ve tomarkir û gihîşt (114) dolarî bo her bermîlekê. Ev piştî wê hat ku roja Pêncşemê jî bi rêjeya zêdetir ji 3% bilind bûbû û gihîştibû serê (112) dolarî.
Ji aliyekî din ve, buhaya nefta standarda "West Texasê Amerîkî" di danûstandinên sibehê yên îro de derbasî (100) dolarî bû. Herwiha buhaya nefta "Murban" a Îmaratê, ku wek standardek ji bo buhaya nefta Rojhilata Navîn tê hesibandin, zêdetir ji çar dolaran bilind bû û gihîşt (114) dolarî û (30) sentî.
Ajansa nûçeyan a "Reuters" vê rabûna nişka ve ya buhaya neftê vedigere ser êrîşên dawiyê yên çekdarên Hûsî li ser navendên enerjiyê yên Siûdiyê û derxistina fermana vala kirina karmendên şirketa neftê ya neteweyî ya Siûdiyê (Aramco) ji çend zeviyên neftê.







