Serokê Fransa Emmanuel Macron qebûl kir ku desthilatdarên welatê wî bi tu awayî ne amade bûn ku bi tevlihevî û aloziya berfireh re rû bi rû bibin, ya ku di 17'ya Cotmehê de Fransayê hejand; ev jî di demekê de ye ku pêla nerazîbûnan ji nîvê meha Îlonê ve didome.
Macron di nav serdana xwe ya bajarê Marsîlyayê de ragihand: Di roja 17'ya Cotmehê de ne li Marsîlyayê û ne jî li bajarên din hêza ewlehiyê ya pêwîst amade nebû, ji ber ku me qet pêşbîniya çêbûna wî rewşî nedikir.
Li gorî hejmarên Wezareta Navxweyî ya Fransa, wê rojê mezin tirîn xwepêşandan li seranserê welat, ji destpêka nerazîbûnan ve, hat lidarxistin; nêzîkî 550 hezar kes beşdarî wê bûbûn.
Paşê xwepêşandan veguherîn şîdet, talan û aloziyeke bêhempa; li çendîn bajaran komên maskekirî bi hêzên polîs re pevçûn, û ji ber vê yekê nêzîkî 3 hezar cih û navendên bazirganiyê zirar dîtin; di heman demê de zêdetir ji 1,000 endamên polîsê, jandarma û karmendên agirkujiyê birîndar bûn.
Di hemberî vê yekê de hêzên ewlehiyê gazên hêstirrijandinê, bombeyên dengî û av ji bo belavkirina xwepêşanderan bi kar anîn û sedan kes girtin; di heman demê de desthilatdaran li çendîn bajarên mezin ên wekî (Parîs, Lille, Lyon, Marsîlya û Nice) qedexeya trafîkê ferz kirin.
Ev pêl, ku wekî yek ji tundtirîn aloziyên çend salên dawî yên Fransa tê hesibandin, di mehên dawî yên serdestiya xwe de Macron bi krîzeke kûr re rû bi rû kiriye. Nerazîbûn di destpêkê de di nîvê Îlonê de ji aliyê xwendekarên dibistanên amadeyî ve li derdora Parîsê, ji bo baştirkirina rewşa dibistanan, dest pê kir; lê paşê nerazîbûnên li dijî bihabûna bihayan jî beşdarî wan bûn û bi lez belavî hemû Fransayê bûn.







