Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump ragihand ku peymana agirbestê bi Îranê re havîna borî tenê "winda kirina demê" bûye, di heman demê de jî tekez kir ku pevçûn û tengezariyên heyî dê pir zû bi dawî werin.
Gotinên Trump di nav civînek girseyî ya alîgirên Partiya Komarî de li bajarê Corinthê yê eyaleta Mississippi hatin, berî lidarxistina hilbijartinên 3’yê yên mehê Çirî.
Trump li ser pevçûna leşkerî ya bi Îranê re ragihand: "Dewletên Yekbûyî êdî vebijarkek din li ber xwe nedidît, diviya bû ev kar salên dirêj berê bihata kirin, û ya ku niha diqewime dê pir bi lez bi dawî bibe.
Navborî li ser hewildanên berê ji bo aramkirina rewşê got: Em razî bûn bi agirbesteke demkurt ku ez bixwe gelek bawerî pê nedikirim, ji ber ku min dizanî ew winda kirina demê ye. Me heta destûr da hejmarek keştiyan ji Tengava Hurmuzê derbas bibin da ku niyeta baş nîşan bidin, lê ew gav jî tenê winda kirina demê bû.
Gotinên tund ên Trump di demekê de ne ku li asta herêmê hewildanên dîplomatîk ji bo dûrketina ji şerekî berfireh berdewam in; di vê çarçoveyê de Tehran mêvandariya danûstandinê bi berpirsên bilind ên Erebistana Siûdî, Pakistanê û Tirkiyeyê kir, bi mebesta kêmkirina tengezariyan û amadekirina zemîna danûstandinê.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî tekez li ser berdewamiya têkiliyên nerasterast bi Washingtonê re bi rêya welatên navbeynkar kiribû û îşaret pê da ku Washington hewl dide şertên nû li ser pêşniyara Tehranê ya agirbestê û vekirina Tengava Hurmuzê ferz bike.







