Hejmara kesên bi nexweşiya xeternak a "Ebola" ya li Komara Demokratîk a Kongoyê bi 10 hezar bû, di demekê de ku fikar û hişyariyên navneteweyî li ser îhtîmala belavbûna nexweşiyê bo welatên cîran û derveyî parzemîna Afrîkayê bi awayekî berbiçav zêde bûne.
Li gorî dawînîn amarên Enstîtuya Tenduristiya Giştî ya Kongoyê, ku Reuters belav kiriye, heta niha 10,060 rewşên ketina nexweşiyê û 4,887 mirinên ji ber cureya "Bundibugyo" ya vîrûsê hatine tomarkirin. Raportên bijîşkî jî vê pêla nû wekî mezintirîn û tundtirîn belavbûna nexweşiyê di dîroka wî welatî de wesif dikin.
Ji aliyekî din ve, derketina rewşên ketina nexweşiyê li derveyî Kongoyê tirsa herêmî zêdetir kiriye; Kenya ragihandiye ku 9 rewşan tomarkiriye û Nîjerya jî ragihandiye ku rewşekê girêdayî vê pêlê tomarkiriye. Di heman demê de, aliyên navneteweyî yên têkildar li ser awayê ketina hevjîna dîplomatêkî Swîsreyî lêkolîn dikin; ew qet serdana Kongoyê nekiriye, lê bi vîrûsê ketiye û niha bo nexweşxaneyekê li welatê Swîsreyê hatiye veguhestin.
Rêxistinên tenduristiyê hişyar dikin ku pêşîgirtina li karesatekî berfirehtir pêdivî bi dîtina bilez a çavkaniya kesên ketî, karantînekirina bilez, çavdêriya bi baldarî ya kesên têkildar û tundkirina tedbîrên xweparastinê li dergehên sînorî heye.







