Benjamin Netanyahu, serokwezîrê Îsraîlê û rêberê Partiya Lîkûdê, ragihand ku bloka rastgir di hilbijartinên parlamentoya Îsraîlê de «piraniya zelal» bidest xistiye û daxwaza avakirina «hikûmeteke neteweyî û rastgireke bihêz» kir.
Netanyahu îro çarşemê, di civîneke bi alîgirên Partiya Lîkûdê re li Qudsê, got ku ya ku niha zelal bûye ev e ku Lîkûd mezintirîn partiya Îsraîlê ye û bloka rastgir jî di nav hilbijêran û kesên ku piştgiriya hikûmeta Îsraîlê dikin de, piraniyê di destê xwe de digire.
Wî di heman demê de rexne li rapor û pêşbîniyên ku berî hilbijartinan îşaret dikirin ku kursiyên Partiya Lîkûdê kêm dibin, girt. Netanyahu got: Hîn divê li encamên dawî yên hilbijartinan bê li bendê man.
Li gorî encamên anketên li deriyê sindoqê (pêşbîniyan) ku ji aliyê televîzyonên Îsraîlê ve hatine weşandin, bloka Netanyahu nêzîkî 55 heta 57 kursî ji 120 kursiyên parlamentoyê bidest dixe. Di hemberî vê de, di pêşbîniyên cuda de ji bo bloka opozîsyonê ya bi serokatiya Gadi Aizenkot, rêberê Partiya «Yashar», nêzîkî 49 heta 53 kursî hatine tomar kirin.
Van hejmaran nîşan didin ku pêşbaziya di navbera her du blokan de pir nêzîk e û tu aliyekî bi tenê nikare piraniya mutleq a parlamentoyê, ango 61 kursî, bidest bixe.
Ev hilbijartin, ku duh hat lidarxistin, yekem hilbijartina giştî ya Îsraîlê piştî êrîşên 7 Cotmeha 2023 ya Hamasê û şerên piştî wê li herêmê ye.
Li gorî agahiyên belavkirî, rêjeya beşdarbûna dengderan gihîştiye nêzîkî 77.7%; ev rêjeyek e ku ji sala 1999 ve rêjeya herî bilind a beşdarbûnê tomar kiriye.
Ev hilbijartin wekî ceribandinek girîng ji bo serokatiya Netanyahu tê dîtin, bi taybetî ji aliyê siyasetên ewlehiyê, şerê Gazeyê, têkiliyên herêmî û nakokiyên hundirîn ên Îsraîlê ve.
Di pergala siyasî ya Îsraîlê de, bidestxistina hejmareke zêdetir a kursiyan wateya damezrandina bilez a hikûmetê nake. Partî divê bi rêya peymanên koalîsyonê piştgiriya herî kêm 61 parlementeran bidest bixin.
Ji ber vê yekê, partiyên biçûktir û hêzên siyasî yên derveyî van herdu blokên sereke dikarin di diyarkirina hikûmeta pêşerojê de roleke girîng bilîzin.
Piştî dawîhatina hejmartina dengan, Yitzhak Herzog, serokomarê Îsraîlê, dê bi serokên partiyan re bicive û paşê kesê ku bawer dike şansa wî ji bo damezrandina hikûmetê zêdetir e, dê destnîşan bike. Ew namzet heta 42 rojan dem heye ku koalîsyona hikûmetê rêk bixe.
Li gorî agahiyên fermî, encamên dawî yên hilbijartinê hîn di qonaxa hejmartinê de ne û tê payîn ku encamên fermî di 4ê Mijdarê ya pêşerojê de bên belavkirin.







