Lîwa Se’d Me’n, serokê Şaneyên Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê, di daxuyaniyek lezgîn de sedema bihîstina dengê teqînê ya îro li Bexdayê eşkere kir û ragihand ku deng bi berteka li hemberî dronêkê çêbûye.
Se’d Me’n ragihand: Ew dengê ku hinek berê li paytexta Bexdayê bihîstî, di encama berteka li hemberî dronêkî nenaskirî û armancgirtina wî li derdora Herêma Kesk bûye.
Di heman demê de, serokê Şaneyên Ragihandina Ewlehiyê piştrast kir ku dezgehên ewlehiyê û aliyên peywendîdar yekser dest bi lêkolînek berfireh kirine, da ku çavkaniya dronê û hûrguliyên bûyerê eşkere bikin.







