Li gorî daneyên Rêveberiya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê, hinardekirina neftê ya Iraqê bo bazarên Amerîkayê ji bo mehekê bi tevahî rawestiye û welatên Kanadayê û Venezuelayê di serê lîsteya dabînkarên neftê yên Amerîkayê de ne.
Rêveberiya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) di rapora xwe ya herî dawî de ragihand: navgîna îthalata nefta xav a Amerîkayê ji 10 welatê sereke di heyva borî de gihiştiye pênc milyon û 300 barelên rojê, ku ev rêje li gorî hefteya berî wê, ku pênc milyon û 407 barel bû, kêm bûne bi qasî 107 barelên rojê.
Li gorî van daneyan, Kanadayê bi navgîna sê milyon û 902 barelên rojê di serê tabloya hinardekarên neftê bo Amerîkayê de cih girtiye; herwiha Venezuelayê bi 571 barelê dabînkara duyemîn a mezin a neftê ye, Brezîlê bi 183 barelan li rêza sêyem cih girtiye û Erebistana Siûdî jî bi 176 barelên rojê pozîsyona çaremîn ji xwe re girtiye.
Di vê raporê de hatiye gotin ku hinardekirina neftê ya Iraqê bo bazarên Amerîkayê ji bo mehekê gihiştiye sifirê û di vê heyamê de tu hêjmar nefta xava Iraqê neketiye bazara Amerîkayê.







