Wezareta Derve ya Qeterê ragihand ku divê Îran nîyetpakî nîşan bide û tehdîdên xwe li dijî welatên Kendavê rawestîne, da ku hewildanên navbeynîtiyê ji bo aramkirina tengezariyan û çareseriya aştiyane ya krîza di navbera Amerîka û Îranê de serkeftî bibin.
Îro sêşem 27 ya Çileya yekemîn 2026, Îbrahîm Haşimî, rêveberê beşa ragihandin û têkiliyên Wezareta Derve ya Qeterê, di konferansekê de li Dohaê ragihand: "Divê Îran nîyetpakî nîşan bide û tehdîdên xwe li dijî dewletên Kendavê rawestîne, da ku hewildanên navbeynîtiyê ji bo kêmkirina pêşketinên li herêmê serkeftî bibin".
Rêveberê ragihandina Wezareta Derve ya Qeterê eşkere kir ku navbeynîtiyan ji bo aramkirina tengezariyan in, wekî bingehdanînê ji bo dawîanîna krîza di navbera Amerîka û Îranê de bi rêya aştiyane, û got: "Hewildanên Erebistana Siûdî û welatên Peymana Mekkeyê temamkerên hewildanên Qeterê û Pakistanê ne û serdana heyeta Qeterê bo Tehranê jî ji bo piştgirîkirina navbeynîtiyê ye, da ku tengaviyaiya heyî were rakirin; di heman demê de herêm pêdiviya pergala ewlekariya herêmî ya nû heye ku rêzê li serweriya dewletan bigire".
Roja duşem 26 ya Çileya yekemîn 2026, welatên "Peymana Mekkeyê" li Tehranê bi berpirsên bilind ên Îranê re danûstandin kirin; di heman demê de îro sêşem jî li Moskowê, li marjîna heştemîn lûtkeya "Forumê welatên hinardekarên gazê", Temîm bin Hemed Al Sanî, emîrê Qeterê, bi Mesûd Pezeşkiyan, serokkomarê Îranê re civîya û dosyaya danûstandinê bi Amerîkayê re, Tengava Hûrmozê û dabînkirina enerjiyê nîqaş kirin.







