Îro Duşem 9ê Çiriya Duyemîn 2026, nivîsgeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê di daxuyaniyekê de, ku ji aliyê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ve hat belavkirin, ragihand: Elî Falih Zeydî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, fermana avakirina komîsyonekê hevbeş a lêkolînê bi aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ya Iraqê re da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku armanca avakirina komîsyonê ew e ku li ser rewş û alîgirên wê êrîşa sûcdar a ku saet 11:10ê şeva borî pêk hat û zeviya gazê ya Kormorê li ser sînorên qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê bû hedef, bi awayekî hûr were şopandin.







