Îro duşem 9ê Çirîna Paşîn a 2026an, kompaniya “Dana Gas” li bajarê Şaricayê yê Emiratê, di daxuyaniyek fermî de, li gorî madeya (33) ya rêzikên şefafiyê yên Bazara Darayî ya Ebû Dhabiyê, ragihand: Êvara borî sazgeha Kormorê li Herêma Kurdistanê ya Iraqê rastî êrîşekê hatiye, ku tê texmînkirin bi rêya balafira bêmirov (drone) hatiye kirin û bûye sedema derketina agir, ku paşê hat vemirandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: Bi xêrê tu kes ji nav karmendên qadê birîndar nebûye û di heman demê de pêvajoya hilberînê li qadê bi awayekî demkî hatiye rawestandin, heta ku mezinahiya ziraran bi tevahî were nirxandin.
Kompaniya Dana Gas herwiha destnîşan kir ku berdewam e di hemahengiya xurt û nêzîk de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilatdarên federal ên Iraqê re, ku piştgiriya xwe ya bihêz nîşan dane. Kompaniyê herwiha piştrast kir ku di dema pêwîst de bazar ji her pêşketineke nû ya di xebatê de agahdar dike.







