Ali Faleh Zeydî, serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdar, îro yekşem, 15ê Çiriya Duyemîn a 2026an, serperestiya civîna Desteya Bilind a Birêvebirina Emerjensî, Krîz û Karesatan kir.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîr ragihand ku di civînê de hejmarek dosyayên girîng hatin nîqaşkirin û Zeydî kurteya stratejiya neteweyî ya li dijî krîz û karesatan pêşkêş kir; stratejî ji aliyê Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ve hatiye amadekirin.
Serokwezîrê Iraqê li ser girîngiya peydakirin û dabînkirina hemû hewcedariyên bingehîn, wek xwarin, derman û sotemenî, ji bo rûbirûbûna bi her krîza xwezayî an mirovî, û parastina saziyên hestiyar û binesaziyên bingehîn, tekez kir. Di heman çarçoveyê de, Zeydî ji Wezareta Darayî re rêberî da ku budceya pêwîst ji bo dabînkirina van hewcedariyan veqetîne.
Di beşeke din a civînê de, erk û fermanên Navenda Neteweyî ya Birêvebirina Krîzan û hevkariyên navneteweyî hatin pêşkêşkirin, bi armanca bihêzkirina hevkariyê bi rêxistinên têkildar re.







