Emmanuel Mignon, konsulê giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, helwesta fermî ya welatê xwe derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand ku Fransayê vekirina Meclîsa Kurdistanê wek gavereke qanûnî dibîne û bi hemû awayan piştgirî dide diy aloga di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hemû aliyên din de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî.
Konsulê giştî yê Fransayê li Hewlêrê, di dema civînekê de bi Hêmin Hewramî, endamê Desteya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, ronahî xist ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Parîs û Hewlêrê de û tekez kir ku hebûna herêmeke Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî, di berjewendiya gelê Kurdistanê û Fransayê de ye. Herwiha dubare kir ku welatê wî dê berdewam bike piştgirîya xwe ji bo pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de.
Ji aliyê xwe ve, Hêmin Hewramî, endamê Desteya Siyasî ya Partiyê, ragihand ku vekirina Meclîsê piştî du salan ji hilbijartinê, li gorî hemû rêkarên qanûnî û rêbazî pêk hatiye. Di heman demê de, ew pabendbûna Partiyê bi peyama dawîn a Serok Barzanî dubare kir û got: Wek Partiyê, em bi tevahî amade ne ji bo gotûbêj û diy alogê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re







