Midûriyeta Ewlehiyê ya Giştî ya Ordanê ragihand, sibê îro, piştî pevçûnek çekdarî, hemû encamderên êrîşa terorîstî ya li ser dêra Kerakê di hundirê xaniyekî vala de birîndar girtine.
Îro duşemî 26 ya Çirîna yekemîn 2026, Midûriyeta Ewlehiyê ya Giştî ya Ordanê di daxuyaniyekê de, ku ajansa nûçeyên fermî ya “Petra” belav kiriye, ragihand ku di operasyoneke ewlehiyê ya hevbeş de karîne her sê terorîstên encamderên êrîşa terorîstî ya li ser dêra Kerakê birîndar bigirin, piştî ku di navbera wan de pevçûnek çekdarî rû da, bêyî ku di nav rêzên hêzên ewlehiyê de tu birîndarbûnek were tomar kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye, operasyona lêgerîn û kontrolê ji dema kirina sûcê ve dom kir, heta berî sibê îro cihê veşartina her sê encamderên êrîşê di hundirê xaniyekî vala de li parêzgeha Kerakê hate diyarkirin.
Ewlehiya Giştî ya Ordanê rave kir, gumanbaran di hundirê xanî de xwe veşartibûn û red kirin ku xwe bidin dest û dest bi gulebarana li hêzên ewlehiyê kirin; ji ber vê yekê rêgezên rûbirûbûnê li dijî wan hatin sepandin heta ku hatin girtin. Her wiha hat nîşandan ku piştî kontrolkirina cihê, dest danîn ser komek çek û cebilxaneyan ku li cem wan her sê terorîstan bûn.







