Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) biryar da ku prosesa îdamkirina Nîzal Hesen, ku bi kuştina 13 leşkerên Amerîkî di sala 2009 de tawanbar e, rasterast bi rêya înternetê ve were weşandin.
Ajansa Reutersê ji devê berpirsê Pentagonê veguhast: prosesa îdamkirina Nîzal Hesen, ku bi kuştina 13 kesan di êrîşeke çekdarî ya li ser baregeha Fort Hoodê li eyaleta Teksasê di sala 2009 de tawanbar e, rasterast bi rêya înternetê tê weşandin.
Li gorî qanûna leşkerî ya Amerîkayê, ji bo bicihanîna cezaya îdamê ya Nîzal Hesenê ku 56 salî ye, divê pejirandina pêşwext a Donald Trump, serokê Amerîkayê, were wergirtin.
Duşemêya borî, Donald Trump li ser pêşniyara Pete Hegseth, wezîrê Şerê Amerîkayê, fermannameya îdamkirina Nîzal Hesen îmze kir.
Tê plan kirin ku prosesa îdamkirina Nîzal Hesen di roja 3/12/2026 de bi rêbaza gulebarankirinê were bicihanîn.
Bi vî awayî, Nîzal Hesen, ku berê di artêşa Amerîkayê de doktorê derûnî bû, dibe yekem kes ku ji sala 1945 ve cezaya îdamê bi rêbaza gulebarankirinê ji aliyê artêşa Amerîkayê ve li ser were bicihanîn.
Bûyer bi vî awayî qewimîbû: çend hefte berî ku ji bo wezîfeyeke leşkerî bişînin Afganistanê, Nîzal Hesen di sibehên sala 2009 de, li hundirê navenda tenduristiyê ya baregeha Fort Hoodê li eyaleta Teksasê, li ser leşkerên hevalên xwe bi awayekî bêserûber gulebaran kir û di encama bûyerê de 13 leşkerên Amerîkî hatin kuştin.







