Tê payîn ku îro şeva pêncşemê serokatiya Encûmena Nûneran û serokên fraksiyonên parlamentoyê, bi serokê Encûmena Wezîran a Iraqê Elî Zeydî re civînek taybet û girîng saz bikin, bi mebesta nîqaşkirina pirsa bilindkirina bihayê dolarê li hember dinara Iraqê.
Tê payîn ku civîn di demjimêra 8:00 ya îro şevê de li hundirê avahiya Encûmena Nûnerên Iraqê li bajarê Bexdayê dest pê bike.
Di civînê de dê çend mijarên siyasî û parlamentoyî bên nîqaşkirin, lê mijara herî girîng a civînê dê bilindbûna bihayê dolarê li hember dinara Iraqê be.
Roja sêşemê ya borî hikûmeta Iraqê bi fermî bihayê dolarê ji 132 hezar dînar ber bi 152 hezar dînar ve bilind kir, ev jî bû sedema nerazîbûneke mezin li parlamentoyê û kolanên Iraqê.







