Komeleya çalakvanên mafên mirovan li Îranê eşkere kir ku di nav sala borî de 2003 kes li wî welatî hatine darvekirin, di heman demê de hişdarî da ku Tehran vê cezayê wekî amûrek ji bo zordariya siyasî û çêkirina tirsê di civakê de bi kar tîne.
Îro şemî 10ê Cotmeha 2026, hevdem bi Roja Cîhanî ya têkoşîna li dijî cezaya darvekirinê, Komeleya çalakvanên mafên mirovan li Îranê ragihand: Di nav sala borî de (2003) bûyerên darvekirinê li welatê qeyd kirine, ku ji wan hejmarê (69) bûyer bi tawanên siyasî û ewlehiyê ve girêdayî bûn.
Rêxistinê hişdarî da ku bicihanîna cezayên darvekirinê bi awayekî berbiçav zêde bûye û tekez kir ku desthilatdarên Îranê bi awayekî sistematîk cezaya darvekirinê ji bo zordariya siyasî, çêkirina tirs û terorê di nav civakê de û binpêkirina mafê jiyanê bi kar tînin.
Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku bicihanîna cezaya darvekirinê li seranserê Îranê tavilê were rawestandin, wekî gavê yekem ber bi hilweşandina yekcarî ya vê cezayê, herwiha daxwaza guhertina cezaya darvekirinê bo cezayên din hat kirin, bi taybetî di dosyeyên siyasî û dosyeyên girêdayî bi xwepêşandan û wan tawanbarkiriyên ku di dema kirina sûcê de temenê wan ji 18 salan kêmtir bû.
Di beşekî din ê daxuyaniyê de, Komeleya çalakvanên mafên mirovan tekez li ser bidawîanîna îşkenceyê û standina îtirafên bi zorê kir, ligel dabînkirina derfetê ji bo tawanbaran ku bigihîjin parêzerekî serbixwe û redkirina hemû wan îtirafanên ku di bin îşkenceyê de hatine standin, di heman demê de daxwaza lêkolînek serbixwe û bêalî li ser rêzgirtina mafên tawanbaran di dosyeyên darvekirinê de kir.







