Di demekê de ku dosyaya nukleerî wek yek ji mijarên sereke yên tengezariyê di navbera Tehran û welatên Rojava de berdewam e, Îsmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, ragihand ku welatê wî hîn neketiye nav tu cure danûstandinên nukleerî yên bi Amerîkayê re û ev mijar di bernameya wan de nîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di bersiva wan gotegotan de ku derbarê navbeynkarî û rola Rûsyayê di axaftinên muhtemel ên di navbera Washington û Tehran de belav bûne, piştrast kir ku hêj tu danûstandinek bi aliyê Amerîkayê re dest pê nekiriye, da ku hûrguliyên wê bi Moskowê an welatên din re bêne nîqaşkirin.
Îsmaîl Beqayî di heman demê de eşkere kir ku Tehran di helwestên xwe yên di dosyaya bernameya nukleerî ya xwe de bi tu awayî paşve naçe, tevî ku ev mijar di civîna wî de bi wezîrê derve yê Rûsyayê re hatiye gotûbêjkirin.
Ev israra nû ya saziya dîplomasî ya Îranê nîşan dide ku desthilatdarên Tehranê li ser pêkanîna siyaseta xwe ya berê berdewam in, bêyî ku tu perspektîf û deriyekî zelal ji bo destpêkirina nû ya danûstandinan pêşkêş bikin.
Ev rewş di demekê de ye ku pirsgirêka bingehîn tenê nakokiyên siyasî yên di navbera Washington û Tehranê de nîne, lê belê raya giştî li benda bersiva desthilatê ye li hember wan encam û krîzên giran ên darayî û aborî ku berdewamîya vê tengasiya navneteweyî xistiye ser paşeroj û debara jiyana gelê Îranê.







