Îro şemî, Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî di daxuyaniyekê de ji hemwelatiyên vê welatê xwest ku bi tu awayî neçin Iraqê; ji ber ku kapasîteya hikûmeta Amerîkayê ji bo pêşkêşkirina xizmetên acîl ji hemwelatiyên xwe re li wê welatê, ji ber xeterên ewlehiyê sînordar e.
Ev wezaret amaje kir ku «Hûsiyên girêdayî Îranê di kiryarên dijminatiyane yên li dijî Erebistana Siûdî de dest didin; ji wan êrîşên li balafirgehên sivîl û binesaziyên girîng, ku bûne sedema kuştina sivîlan û têkçûna bernameyên firînê, û îhtîmala zêdebûna bilez a van kiryarên dijminatiyane li herêmê heye.» Di heman demê de hate tekez kirin ku hikûmeta Iraqê nikare ewlehiya hemwelatiyên Amerîkayê misoger bike.
Herwiha hat ragihandin ku hemwelatiyên Amerîkayê li Iraqê bi xeterên wekî tundûtûjî, revandin û xeterên terorîzmê re rû bi rû dibin. Milîsên nêzî Îranê û koma DAIŞê ajokar û pêkînerên êrîşên li dijî kesayetî û berjewendiyên Dewletên Yekbûyî ne.







