Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî (CENTCOM) ragihand ku tevî êrîşên domdar ên Tehranê, Tengava Hurmuzê ji bo derbasbûna keştiyên bazirganî vekirî maye û dorpêça deryayî ya li ser Îranê bi tevahî tê pêkanîn.
Brad Cooper, fermandarê CENTCOMê, di peyameke vîdyoyî de rave kir ku Dewletên Yekbûyî bi koordînasyona hevkarên xwe yên herêmî kontrola vê tengavê bi dest xistiye; bi awayekî ku tenê di heft rojên dawî de nêzîkî 400 keştiyên bazirganî bi ewlehî ji tengavê derbas bûne û ji hevalbendên xwe re ji bo veguhestina zêdetirî 100 milyon bermîl nefta xavê alîkarî hatiye kirin.
Wî herwiha destnîşan kir ku hêzên wî berdewam dikin mayînên deryayî bêbandor bikin û fîloya tankêran biparêzin. Fermandarê CENTCOMê Sepahê Pasdaranê Îranê bi pêkanîna êrîşan li ser keştiyên sivîl tawanbar kir û eşkere kir ku li gorî amarên Rêxistina Navneteweyî ya Keştiyaniyê, ji meha Sibatê ve zêdetirî 20 keştiwanên sivîl di encama êrîşên Îranê de jiyana xwe ji dest dane.
Cooper ji aliyê aborî ve jî tekez kir ku gavên leşkerî û deryayî yên Amerîkayê pêşî li hinardekirina nefta xav a Îranê bi nirxa herî kêm 25 milyar dolar girtine û di heman demê de 350 milyon dolar sermayeya diravê dîjîtal hatiye desteserkirin. Li gorî gotinên Cooper, ev cezayên aborî ligel kampanyaya leşkerî ya 38 rojan a borî, ku baregehên mûşekên balîstîk, dronan û hêza deryayî ya Îranê kiribûne armanc, derbeyeke giran li binesaziya ewlehiyê ya Sepahê Pasdaranê xistiye; bi awayekî ku şiyana Tehranê ya dabînkirina budceya komên çekdar kêm kiriye û pirsgirêka nedana mûçe û berjewendiyên darayî di beşa neftê, pîşesaziyê û hêzên ewlehiyê yên navxweyî yên Îranê de çêkiriye.
Wî di dawiyê de destnîşan kir ku zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn ji bo li hemberî her tevgereke ji aliyê Tehranê ve û ji bo parastina ewlehiya deryayî di wezîfeyê de ne.







