Berdevkê hikûmeta Iraqê eşkere kir ku ji ber rewşa dijwar a darayî, ji Tehranê xwestine ku destûrê bide derbasbûna nefta Iraqê ji Tengava Hurmuzê, lê aliyê Îranê bersivek neda vê daxwazê.
Heyder El-Aboudî, berdevkê hikûmeta Iraqê, eşkere kir ku Bexda bi fermî ji Komara Îslamî ya Îranê xwestiye destûr bide derxistina û derbasbûna nefta Iraqê bi rêya Tengava Hurmuzê, da ku pêşî li hilweşîna darayî ya zêdetir a welat bê girtin, lê Tehran heta niha daxwaza Bexdayê bi tevahî paşguh kiriye û tu bersiv nedaye.
El-Aboudî tekez kir ku aboriya Iraqê di dorpêçê de ye û tu aliyên navneteweyî û herêmî hêsaniyan ji bo derxistin û derbasbûna nefta wê peyda nakin.
Wî herwiha got ku ev paşguhkirin û bêdengiya Îranê rewşa aborî û darayî ya Iraqê ji berê zêdetir tevlihev kiriye.







