Medîyayên Îtalyayê belav kirin ku polîsên wî welatî 371 kesan di xwepêşandanên li dijî enflasyonê û biha bûna bihayê sotemeniyê de girtiye, ku 110 kes ji wan biçûk û 69 kes jî biyanî bûn.
Medîyayên Îtalyayê ragihandin ku polîs di nav xwepêşandanên bajarên cuda yên wî welatî de zêdetir ji (370) kesan girtiye.
Li gorî wê hejmarên ku ajansa nûçeyan a Îtalyayê "ANSA" belav kiriye, polîs (371) kesan binçav kiriye; ji wan (110) kes biçûk û li bin temenê qanûnî bûn, di heman demê de (69) kes jî hemwelatiyên biyanî bûn.
Di raporê de hatiye gotin ku ev xwepêşandanên nerazîbûnê roja şemiyê li bajarên (Roma, Torino, Milano, Firenze, Bologna) û gelek bajarên din hatin lidarxistin; herwiha li hin ji wan bajaran di navbera hêzên polîsê û xwepêşanderan de pevçûn û tengezarî çêbû.
Herwiha hatiye nîşandan ku nerazîbûna hemwelatiyên Îtalyayê û derketina wan ser rêyan li dijî polîtîkayên aborî yên hikûmetê, bilindbûna berçav a bihayê sotemeniyê û belavbûna rêjeya enflasyonê li welatê ye.







