Di biryara xwe ya herî nû de, Bankeya Navendî ya Iraqê qedexekirina danûstandinê bi pereyê dolarê Amerîkî, bi her şêwazekê be jî, ji bo "Bankeya Pêşveçûna Navneteweyî" (Mesarif al-Tenmiye al-Dewelî) ragihand, piştî ku Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî cezayê li ser sepand.
Li gorî biryara ku ji aliyê Ammar Hemmed Xelef ve, cîgirê parêzgerê Bankeya Navendî ya Iraqê bi wezîfeyê hatiye îmzekirin, ew bank ji lîsteya wan bankan tê derxistin ku destûra danûstandin û veguhastina dolarê wan heye ji bo danûstandinên navneteweyî.
Ev biryara Bankeya Navendî di çarçoveya pabendbûna bi rêkarên darayî yên navneteweyî û wan cezayan de tê ku ji aliyê Xezîneya Dewletên Yekbûyî ve li ser hejmarek saziyên darayî yên li Iraqê hatiye sepandin.
Bankeya Navendî ya Iraqê tekez kiriye ku divê hemû bank û saziyên darayî yên destûrdar di zûtirîn demê de pabendî vê biryarê bibin û her cure danûstandina dolarê bi banka navborî re rawestînin.







