Medya İtalyayê ragihandin ku polîsê vê welatê 371 kes di dema xwepêşandanên li dijî enflasyonê û zêdebûna bihayê sotemeniyê de girtiye; ji wan 110 kes ciwan û 69 kes jî hemwelatiyên biyanî bûne.
Medyaya Îtalyayê ragihand ku polîs di dema xwepêşandanên li bajarên cuda yên vê welatê de, zêdetirî 370 kes girtine.
Li gorî amarên ku ji aliyê ajansa nûçeyan a Îtalyayê «ANSA» (ANSA) ve hatine weşandin, polîs 371 kes girtiye; ji vê hejmarê 110 kes ciwan û di bin temenê qanûnî de bûn û 69 kes jî hemwelatiyên biyanî ne.
Di raporê de hatiye gotin ku ev xwepêşandanên nerazîbûnê roja şemiyê li bajarên Roma, Torino, Milano, Floransa, Bologna û çend bajarên din hatin lidarxistin û li hin ji van bajaran di navbera hêzên polîsê û xwepêşanderan de pevçûn û tengezarî çêbû.
Herwiha hatiye destnîşankirin ku nerazîbûna hemwelatiyên Îtalyayê û rijîna wan ber bi kolanan ve, ji bo protestokirina siyaseta aborî ya hikûmetê, zêdebûna berbiçav a bihayê sotemeniyê û belavbûna rêjeya enflasyonê li vê welatê pêk hat.







