Lêkolînên du şirkêtên mezin ên dermançêkirinê, Eli Lilly û Novo Nordisk, nîşan dane ku dermanên navdar ên kêmkirina giranî GLP-1 dikarin pêvajoya pîrbûna biyolojîk a nexweşan hêdî bikin. Lêkolîna demjimêrên molekûlî yên kesên ku van dermanan werdigirin nîşan daye ku temenê biyolojîk ê organên cuda yên laşê wan, di nav de dil jî, ji du heta çar salan kêmtir bûye.
Tevî van encaman, zanistvan dibêjin ku ev koma dermanan, ji ber bandora wan li ser kokên pêvajoya pîrbûnê, dikarin wek dermanên dirêjkirina temenê bijînê bixebitin. Lê belê bandorên alî, wek kêm bûna girseya masûlkeyan, hene û bandora van dermanan li ser kesên ne qelew hêj nehat isbatkirin.







