Fona Netewe Yekbûyî ya ji bo Zarokan (UNICEF) hişyarî da ku di navbera mehên Cotmehê û Kanûna Yekem a 2026 de, zêdetirî 347 milyon zarok li nêzîkî 100 welatên cîhanê ji ber fenomêna xwezayî ya "El Niño" bi şert û mercên dijwar ên hewayê re rû bi rû dibin.
UNICEF di raporekê de ragihand: Tê pêşbînîkirin ku zêdetirî 347 milyon zarok li nêzîkî 100 welat û herêmên cîhanê, di mehê Cotmehê heta Kanûna Yekem a sala (2026) de, ji ber fenomêna "El Niño" bi rewşên neasayî yên ziwabûnê an jî şilbûna zêde re rû bi rû bibin.
Li gorî amarên rêxistinê, herî zêde zarok, ku hejmara wan 190 milyon e, li herêma Asya û Okyanûsa Pasîfîkê di bin bandora vê hewaya dijwar de ne. Herwiha, 41 milyon zarok li başûr û rojhilatê Afrîkayê û 22 milyon zarok li Ewropa û Asyaya Navîn bandorên wê hîs dikin. Di heman demê de hat diyarkirin ku berê jî nêzîkî 1.1 milyar zarok li çar aliyên cîhanê bi ziwabûnê, pêlên germê an jî lehiyan re rû bi rû bûne.
Ji aliyekî din ve, rojnameya "Los Angeles Times" ragihand ku îhtîmal heye ev fenomêna "El Niño" ji sala (1950) ve bibe ya herî bihêz. El Niño fenomeneke xwezayî ye ku tê de germahiya ava Okyanûsa Pasîfîkê ya tropîkal bi awayekî neasayî bilind dibe û dibe sedema guherîna şêwazên germahî û baranê.
Di beşekî din ê raporê de hatiye gotin ku Brezîlya yek ji welatên ku herî zêde ji vê fenomênê bandor dibin tê hesibandin; herêmên bakur û Amazonê bi ziwabûn û pêlên germ ên tund re rû bi rû bûne, di dema ku herêmên başûrê welatê şahidê baranên giran û lehiyan in.







