Piraniya me dema ku xwarinek hilbijêrin, tenê li rêjeya kalorî, proteîn û rûnê wê dinêrin, lê lêkolîneke nû eşkere dike ku ev hejmar hemû çîrokê nîşan nadin, ji ber ku laş li hember xwarina amadekirî û xwarina xwezayî reaksiyoneke cuda nîşan dide.
Lêkolînerên Enstîtuya Fraîlin a Lêkolîna Bijîjkî ya Biyomedîkal li Zanîngeha Virginia Tech a Amerîkayê, di lêkolîneke ku di kovara Nature Metabolism de hatiye weşandin, 57 kesên mezin ên xwediyê giraniya tendurist kirin hedefa xwe. Her beşdarbûyek di du rojên cuda de du caran xwarin xwar, ku her yek ji wan 300 kalorî bû û ji aliyê rêjeya rûn, proteîn, karbohîdrat, fîber û sodyûmê ve pir nêzî hev bûn.
Lêkolîneran dîtin ku piştî xwarina xwarina amadekirî, laş reaksiyoneke însulînê ya bilindtir nîşan da û enerjiyeke zêdetir xerç kir, di heman demê de li gorî wê carê xwarinê ku nehatibû amadekirin, ji bo bidestxistina enerjiyê kêmtir xwe dispêre karbohîdratan.
Di beşeke din a lêkolînê de, testa mejiyê 52 beşdaran hate kirin. Lêkolîneran têkiliyeke di navbera reaksiyona metabolîk û wan deverên mejiyê ku berpirsiyarên hez û xelatkirinê ne, dîtin; ev jî nîşan dide ku awayê amadekirina xwarinê bandorê li awayê nirxandina xwarinê ji aliyê mejiyê ve dike.
Lêkolîneran tekez dikin ku peyama lêkolînê ne ew e ku hejmartina kaloriyan bêfeyde ye, lê armanc ew e ku tenê hejmartina kaloriyan garantî nake ku laş dê bi heman awayî reaksiyon nîşan bide. Awayê amadekirina xwarinê û pêkhateya wê bandoreke kûrtir li ser tevgera zindî ya laşê (metabolîzmê) heye.
Di dawiyê de, lêkolîneran şîret dikin ku divê xwarina şekir an xwarina amadekirî carinan wek têkçûnê neyê dîtin, lê girîng ew e ku bi giştî bal bê dayîn li ser cureya xwarinê û kêmkirina cureyên zirardar.







