Encûmena Nûnerên Iraqê hemû wan dengoyan red kir ku tê gotin ji ber gendeliyê biryar hatiye dayîn ku parêzbandî li ser hejmareke zêde ji parlamenterên Iraqê were rakirin.
Dîwana Karûbarên Hiqûqî ya Encûmena Nûnerên Iraqê îro çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand: Li hin dezgehên ragihandinê û torên civakî, ji devê endamekî parlementoyê, nûçeyek belav bûbû ku dibêje daxwaz hatiye kirin ku parêzbandî li ser hejmareke zêde ji parlamenteran bê rakirin, bi sûcdariya tevlêbûna wan di gendeliyê de.
Herwiha hate destnîşankirin ku naveroka nûçeyê ji rastiyê dûr e û bi tu awayî rast nîne.
Dîwana Karûbarên Hiqûqî herwiha piştrast kir ku ew endamê parlementoyê ku nûçeyê belav kiriye, ji aliyê serokatiya Encûmena Nûnerên Iraqê ve ji bo lêpirsînê hatiye şandin, bi mebesta pêkanîna prosedûrên hiqûqî yên guncaw li hember wî.







