Rayedarên Yewnanistanê ragihandin ku di encama binavbûna kelekekê de li Deryaya Egeyê, herî kêm 12 koçber xeniqîne ku di nav wan de zarokek û gelek jin hene.
Îro Duşem 19-yê Çiriya Pêşîn a 2026an, rayedarên Yewnanistanê ragihandin: Dema ku hewil didan ji Deryaya Egeyê derbas bibin, ji ber şûndgerîna kelekeke koçberan û lêketina wê bi keştiyek polîsê re, herî kêm 12 koçber jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên şeş kesan hatin dîtin.
Berpirsê parastina peravên Yewnanistanê ji ajansa "France Presse" (AFP) re ragihand ku di nav şeş kesên ku li nêzî Girava "Lesbos" ji ber lêketinê jiyana xwe ji dest dane de, pitikek û çar jin hene.
Parastina peravan herwiha amaje pê kir ku şeş koçberên din ji pênc mêran û jinekê pêk tên ku li ser kelekeke biçûk bûn û li nêzî Girava "Samos" binav bûye. Di heman demê de, (14) kesên din ên ser wê kelekê hatine rizgarkirin ku tê texmînkirin yek ji wan rêkxistkarê rêwîtiyê bûbe.
Li gorî amarên fermî yên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ji destpêka vê salê heta niha herî kêm (1209) koçberên li Deryaya Navînê di dema koçkirinê de xeniqîne an jî winda bûne.







