Desta Paqijiyê ya Federal a Iraqê ragihand ku di encama lêkolînên wan li ser dosyaya gendeliyê li şirketa "Ma Beyên Nehreyn" li parêzgeha Kirkûkê de, biryarên girtin û lêkolînê ji bo 31 gumanbaran derketine; ew di binpêkirin û gendeliya pêvajoya paqijkirina genimê de têkildar in.
Tîmeke lêkolînê ya nivîsgeha Kirkûkê ya Destê Paqijiyê, piştî kontrola berfireh, dît ku hezaran ton genim di nav çend demjimêran de bi awayekî neqanûnî hatine paqijkirin. Lêkolînan eşkere kir ku ew qas genim bi navê sê welatiyan (yek ji wan koçî dawiyê kiriye) hatiye paqijkirin, tevî ku tu kes ji wan xwediyê planeke çandiniyê nebû.
Li gorî agahiyên Desta Paqijiyê, lêkolînan 31 gumanbar destnîşan kirine; di nav wan de rêvebirê berê û karmendên şirketa navborî, herwiha karmendên Banka Çandiniyê ya hevpar li parêzgehê jî hene, û wan dest di xerckirina pereyên paqijkirina genimê de hebû.
Heta niha 10 kes ji wan gumanbaran hatine girtin û ji bo lêkolînê hatine ragirtin, di heman demê de biryara girtinê ji bo yên din derketiye û şopandina pêkanîna wan berdewam e.







