Desta Pakîtiyê Iraqê desteserkirina belgeya heft xanûberên bi navê hevjîn û kesûkarên rêveberê berê yê hesabdariya parêzgeha Salahaddîn tomarkirî ragihand, ku berê jî milyaran dînar li mala wî hatibûn desteserkirin.
Îro yekşem 11-ê Çirîya yekê 2026, Desta Pakîtiyê Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir: Li gorî biryara dadwerî ya dadgeha lêkolîna sûcên gendeliyê ya navendî, tîmek ji nivîsgeha lêkolîna Desta Pakîtiyê li parêzgeha Salahaddîn çûye mala tawanbarê hatî desteserkirin, rêveberê berê yê beşa hesabdariyê li dîwana parêzgeha Salahaddîn li navçeya Elem.
Di daxuyaniyê de hatiye: Lêkolîn û şopandin bûne sedema desteserkirina dosyeya resen a sê xanûyan di komelgehên niştecîhbûnê de, ku du ji wan bi navê hevjîna tawanbarê û ya sêyem bi navê wî bû, herwiha çar senedên xanûberên din hatin desteserkirin ku bi navê hevjîna wî, birayê hevjînê wî û yek ji kurên wî hatine tomarkirin.
Desta Pakîtiyê herwiha amaje pê kiriye ku di dawiya meha Tîrmeha borî de, pereyê du milyar û 500 milyon dînar li mala vî tawanbarî hatibû desteserkirin, di heman demê de şeş xanûberên veberhênanê jî bi navê hevjîna wî hatibûn eşkerekirin, û tawanbar li gorî madeya (340) ya qanûna cezayê ya Iraqê hatî desteserkirin, ji ber rêkxistin û xerckirina çekekî bankayê bi nirxa (425) milyon dînar li ser bingeha belgeyekî xeyalî û sexte.







