Serokê Amerîkayê careke din rexne li komîteya xelata Nobelê aştiyê girt û biryara komîteya Nobelê bi "şermek û lekekî paqijnekirî ji bo Norwêcê" bi nav kir, ev jî piştî ku xelat hate dayîn dadwera berê ya Dadgeha Sûcên Navneteweyî.
Donald Trump, serokê Amerîkayê, di nav axaftinekê de li civîneke hilbijartinê li bajarê Sirakûzê yê eyaleta New Yorkê, rexneyeke tund li nedayîna xelata Nobelê aştiyê bi xwe re girt. Ev gotinên Trump jî çend demjimêran piştî wê hatin ku xelata Nobelê aştiyê ya vê salê hate dayîn (Navî Pîlay), dadwera berê ya Dadgeha Sûcên Navneteweyî, ku serperiştiya raporekê ya Neteweyên Yekbûyî kiribû û di wê de gihîştibû vê encamê ku Îsraîl li Gazayê komkujî kiriye.
Donald Trump di axaftina xwe de Navî Pîlay wek kesekî nenas wesif kir û got: "Ez qet navê wê nebihîstibûm, kesekî din jî nebihîstibû". Serokê Amerîkayê herwiha îşaret pê kir: "Ev biryar lekekî paqijnekirî ye li ser dewleta Norwêcê û hemû wan kesên ku ew biryara şermok didin".
Serokê Amerîkayê bêyî pêşkêşkirina tu delîlekê behsa wê kir ku di çareserkirina gelek nakokiyan de roleke wî hebûye û rê li ber şewitandina şerê di navbera Koreya Bakur û Başûrê, Japon û Koreya Bakur, herwiha Çîn û Taywanê girt.
Di dawiya axaftina xwe de, Donald Trump tekez kir: "Xelata Nobelê aştiyê her û her bêbawer û bêqîmet bûye", û biryara komîteyê wek encama karê komekê ji îdeolojiyên tundrew bi nav kir ku, li gorî gotina wî, dijî demokrasî û dijminê şaristaniyê ne.







