Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump ragihand ku rêveberiya wî di danûstandinek berhemdar de ye bi Îranê re, û jî tekez kir ku berî hilbijartina nîv-dema Kongreyê, ku biryar e di 3ê Çiriya paşîn a 2026ê de pêk were, tu êrîşeke leşkerî nakin ser Îranê.
Donald Trump îro roja pêncşemê di hevpeyvînek rojnamevanî de got: Îran ji aliyê aborî û leşkerî ve di rewşeke pir xerab de ye û embargoyên me bandoreke mezin li ser wê welatê çêkirine.
Serokê Amerîkayê derbarê rewşa Tengava Hurmuzê de jî got: Niha gelek neft ji Tengava Hurmuzê tê veguhestin, bi awayekî ku tenê di şeva borî de 22 milyon barel neftê di vê tengavê re hatiye veguhestin.
Berê jî Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araghchi ragihandibû ku pêvajoya danûstandinan bi rêveberiya Amerîkayê re hîn berdewam e û her du welat nameyan bi riya welatên navbeynkar ve diguhezînin.
Araghchi herwiha gotibû: Demek berî niha me planek pêşkêş kiribû û ji aliyê Amerîkayê ve bersiv li me hatiye dayîn, niha em bersiva wê dinirxînin û di çend rojên pêş de em ê bi fermî bersiva Amerîkayê bidin.
Donald Trump îro roja pêncşemê di demeke din de îşaret pê kiribû ku Steve Witkoff, nûnerê taybet ê Amerîkayê, bi heyeta Îranê re di danûstandinê de ye û hewl dide bigihîje lihevkirinekê. Wî jî tekez kiribû ku di danûstandinan de pêşketineke berbiçav çêbûye.







