Donald Trump, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, eşkere kir ku ew ê di demeke nêzîk de biryarek girîng li ser Îranê bidin û zêde kir ku ev welat ji aliyê aborî ve bi tevahî têk çûye û rêjeya enflasyonê li wir gihîştiye 300 ji sedî.
Donald Trump roja sêşemê di konferansekê de ragihand: Îran dewleteke têkçûyî ye û aboriya wê bi tevahî hilweşiyaye, bi awayekî ku rêjeya enflasyonê li wir gihîştiye 300 ji sedî.
Her wiha got: Li Îranê hêzên çekdar mûçe naxwin, mûçeyek nemaye û ji kesî re pere nayê dayîn. Wî her wiha tekez kir ku ew ê di demeke nêzîk de biryarek li ser Îranê bidin.
Serokê Amerîkayê derbarê rewşa niha ya Tengava Hurmuzê got: Di vê heyamê de gelek neft bi rêya Tengava Hurmuzê ve hat veguhestin.
Trump derbarê êrîşên Hûsiyan li ser balafirgehanên Erebistana Siûdî de got: Hûsiyên Yemenê gelek xirab tevdigerin, ji ber vê yekê dibe ku em ji serokê Tirkiyeyê bixwazin ku êrîşî Yemenê bike.







