Berdevkê hikûmeta Iraqê ragihand, di dema serdana serokwezîr bo Urdinê de çendîn memorandumên têgihiştina aborî tên îmzekirin; di heman demê de, bi padîşahê Urdinê re rewşa herêmê û firehkirina şêwirmendiya herêmî têne nîqaşkirin.
Îro duşem 26 ya Cotmehê 2026, Heyder Eboûdî, berdevkê hikûmeta Iraqê, ragihand: Elî Falih Zeydî, serokwezîrê Iraqê, dest bi serdana fermî ya xwe bo Padîşahiya Urdina Haşimî kiriye û di dema serdanê de bi Şah Ebdullahê Duyem, padîşahê Urdinê, dicive, ji bo nîqaşkirina hevkariyên di navbera her du welatan de, pêşketinên herêmê û ew berpirsiyariyên ku dikevin ser milê dewletan.
Berdevkê hikûmetê destnîşan kir ku ev serdan îmzekirina çendîn memorandumên têgihiştinê dihewîne, ku di bernameyên aborî û pêşdebirina hevpar de perspektîfeke nû vedike, ji bo xizmetkirina berjewendiyên gelên her du welatan.
Heyder Eboûdî herwiha eşkere kir ku pêkanîna vê serdanê di vê demê de, nîşandana dîtgeheke hevpar a di navbera Bexda û Ammanê de ye ji bo firehkirina çarçoveya şêwirmendiya erebî û herêmî, ku piştgiriyê bide rêçareseriyên ku ewlekarî û îstiqrarê ji bo gelên herêmê peyda dikin.







