Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê eşkere kir ku pêşnûmeya yasaya budçeya sala 2027 bi qasî nêzîkî 200 trilyon dînar hatiye amadekirin û dê di nîvê vê mehê de bigihîje parlamentoyê; di heman demê de biryara daîmîkirina nêzîkî yek milyon karmendên peymanî û demkî jî tê de hatiye cihgirtin.
Komîsyona Darayî ya Meclîsa Nûneran a Iraqê ragihand: Pêşnûmeya yasaya budçeya sala (2027) li Encumena Wezîran di qonaxên dawiyê de ye û tê payînkirin ku di nîvê meha Çirîya Yekê de bigihîje parlamentoyê. Li gorî daneyan jî, qasî giştî ya budçeyê nêzîkî (200) trilyon dînar e.
Li gorî agahiyên komîsyonê, ji tevahiya budçeyê (150) trilyon dînar ji bo mesrefên berdewam, wek (muçe û pêdivî), û (50) trilyon dînar jî ji bo projeyên û bernameyên pêşveçûnê hatiye veqetandin. Herwiha budçe li ser berfirehkirina "budçeya bername û performansê" disekine, da ku mesref bi armanc û encaman ve were girêdan.
Di daxuyaniya Komîsyona Darayî de hatiye gotin ku yek ji xalên herî girîng ên vê budçeyê daîmîkirina nêzîkî yek milyon karmendên peymanî û demkî ye li hemû wezaret û parêzgehên Iraqê, ku bê şertê xizmeta berê tên xistin ser kadroya daîmî.
Derbarê kêmasiya darayî de, endamên Komîsyona Darayî destnîşan kirin ku tê payînkirin kêmasiya budçeyê bigihîje (65) trilyon dînar. Wan herwiha tekez kir ku dema budçe bigihîje parlamentoyê, ew ê çavdêriyek berfireh li ser çavkaniyên dahatê, mesrefan û bihayê neftê bikin; di heman demê de piştrast dikin ku neft dê hîn jî çavkaniya sereke ya dahatê bimîne û mûçeyên karmendan dê biparêzin.







