Desteya Dûrûstiyê ragihand ku fermana girtina berpirsêkî berê yê beşa hesabkirinê li Selaheddîn derhatiye, bi tawanbariya birin û desteserkirina nêzî sê milyar dînarên sotemeniyê; di heman demê de dosyeyeke xerckirina vala ya sermaya giştî di kirîna amûrên bijîjkî bo nexweşxaneya Xurmatû de eşkera kir.
Îro yekşemî 25-ya Çirîna yekemîn 2026, Desteya Dûrûstiya Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir: Li gorî biryara dadweriya Dadgeha Lêkolînê ya Dûrûstiyê li parêzgeha Selaheddîn û li gorî madeya (316) ya qanûna cezayê, fermana girtinê bo berpirsêkî berê yê beşa hesabkirinê li dîwana parêzgehê derketiye; ev jî piştî ku şopandina tîmên wan derxistiye ku navborî dest daye ser pereya (du milyar û 975 milyon dînar) ya ji bo projeya dabînkirina sotemeniyê ya jeneratôrên projeyan û dezgehên hikûmetê hatibû veqetandin.
Di daxuyaniyê de hatiye, ku tawanbar pere ji lijneya kirîna sotemeniyê wergirtiye bi vê îdiayê ku gûya ji aliyê parêzgar ve ji bo vê karê hatiye tayînkirin, lê paşê amade nebûye pere vegerîne.
Ji aliyekî din ve, Desteya Dûrûstiyê eşkere kir ku di dosyeyeke cuda de xerckirineke mezin a sermaya giştî li rêveberiya tenduristiyê ya Selaheddîn qeyd kiriye; ev jî ji ber dabînkirina komek amûrên bijîjkî bo nexweşxaneya Xurmatû bêyî ku pêdivî bi wan hebe û paşê jî bê girêdan û danîn hatine hiştin, ku di xetera wendabûna wan de ne; di heman demê de lêkolînên wan derxistine ku di bicihanîna peymanê de sistî û kêmîkarî hebe.
Desteya Dûrûstiyê herwiha îşaret pê kir ku tîmên wan dest danine ser hemû belgeyên wê peymanê, ku amûr pêk tên ji: pênc kursiyên wergirtina xwînê, pênc amûrên xêzkirina dilê, yek kelûpelê ceribandinê (hazne), ligel sê amûrên sentrifûjê; niha jî daxwaz ji Rêveberiya Çavdêriya Darayî ya Selaheddîn hatiye kirin bo texmîna qasîya wê zirarê ku di kirîna wan amûran de li ser sermaya giştî ketiye.







