Berdevkê fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Meclîsa Nûneran a Iraqê de ragihand ku îro, rojê pêncşemê 15 Cotmehê 2026, Meclîsa Nûneran a Iraqê dê ji bo dengdanê li ser temamkirina kabîneya hukûmeta Elî Falih Zeydî û dagirtina cihên vala yên wezaretan kom bibe.
Dr. Dana Ebdulxefar Ezîz, berdevkê fraksiyona Partiya Demokrat di Meclîsa Nûneran de, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê namzetên fermî yên xwe ji bo kotaya wezaretan di kabîneya Zeydî de wiha diyar kiriye:
Dr. Faris Şêx Sedîq Brîfkani: ji bo postê cîgirê serokwezîrê Iraqê.
Rîbaz Mihemed Ebdulla Mehed (Rîbaz Hemlan): ji bo postê wezîrê avakirin û xanîdanê.
Tê payîn ku îro di civîna Parlementoya Iraqê de li ser van namzetan û dagirtina postên din ên wezaretê yên kabîneya Elî Zeydî deng were dayîn.







