Sébastien Lecornu, serokwezîrê Fransa, eşkere kir ku di nav xwepêşandanên roja şemiyê de, ku bajarên cuda yên Fransa girtibûn, (1200) kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine binçavkirin; di heman demê de (150) endamên polîsê jî di encama pevçûnan de birîndar bûne.
Serokwezîrê Fransa, di dema kontrolkirina hêzên polîsê li navenda bajarê Parîsê de, derbarê dijwariya pevçûnan û birîndarbûna hêzên ewlekariyê de got: "Ev wekî mucîzeyekê ye ku hejmara qurbaniyan ji vê zêdetir nebûye".







