Ajansa nûçeyan a "Seba" li Seneayê ragihand, firokeyên şerker ên Siûdiyê stasyonekî pargîdaniyeke nefta Yemenê li parêzgeha Hodeydeyê û çend deverên din li parêzgeha Hecceyê bombebaran kirine û di encamê de sê welatiyan birîndar bûne.
Îro şemî 10-ê Cotmeha 2026, ajansa deng û belavokê ya Yemenê "Seba" li Seneayê belav kir: firokeyên şerker ên Siûdiyê êrîşên asmanî li ser stasyonekî girêdayî pargîdaniya nefta Yemenê li parêzgeha Hodeydeyê pêk anîne.
Ajansê ji devê çavkaniyên xwe belav kiriye ku firokeyên şerker ên Siûdiyê şeş êrîşên asmanî li ser bajarokê "Ebs" li parêzgeha Hecceyê li bakurê rojavayê Yemenê pêk anîne; di heman demê de, di êrîşeke din de stasyonekî girêdayî pargîdaniya nefta Yemenê li bajarokê "Bacil" li parêzgeha Hodeydeyê, li ser peravên Deryaya Sor, kirine armanc.
Di beşeke din de destnîşan kiriye ku, di encama van bombebaranên asmanî de, sê welatiyên sivîl birîndar bûne.







