Şîrketa hêlên asmanî ya Iraqê, îro pêncşem, ji nû ve destpêkirina fermî ya rêwîtiyên asmanî bo Komara Îslamî ya Îranê ragihand.
Şîrketa hêlên asmanî ya Iraqê di daxuyaniyekê de amaje bi vê yekê kiriye ku rêwîtiyan rojane û bi rêkûpêk ji Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê ber bi balafirgehên Tehran, Meşhed û Îsfahan ve tên lidarxistin.
Biryarê ji nû ve destpêkirina rêwîtiyan bi hewldanên serokwezîr û şopandina wezîrê veguhastinê û piştî temamkirina hemû mercên rêxistinî û teknîkî hatiye dayîn, bi awayekî ku amadekariya temam ji bo operasyona firînên hatiye kirin.
Di heman daxuyaniyê de hatiye, armanc ji vegera van rêwîtiyan hêsankirina hatûçûna rêwiyan û firehkirina tora girêdanên asmanî ya Iraqê li herêmê ye, bi taybetî ji bo geştiyariya olî, dermankirina bijîjkî û xwendinê.
Divê bê gotin ku Şîrketa Giştî ya Hêlên Asmanî ya Iraqê ji destpêka meha Adarê ya borî ve hemû rêwîtiyên xwe bo Komara Îslamî ya Îranê rawestandibû.







