Wezîrê firêya Nîjeryayê ragihand ku helîkoptereke veguhastina rêwiyan li başûrrojavayê welatê ketiye.
Li gorî agahiyên destpêkê, di helîkopterê de bi tevahî 32 kes hebûn; 25 kes rêwî û 7 kesên din jî endamên ekîba firêyê bûn.
Heta niha hûrguliyên zêdetir li ser sedema ketina balafirê û çarenûsa rêwiyan nehatine eşkerekirin, lêbelê tîmên alîkariyê gihiştine cihê bûyerê û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirine.







