Hûsiyên Yemenê, ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, hişyariyek tund ji şirketên hewayî yên sivîl re şandin û ragihandin ku ezmana Siûdiyê ne ewle ye. Ev yek di demekê de ye ku pevçûnên leşkerî yên di navbera Hûsiyan û hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê Riyadê ve tê piştgirîkirin, berdewam dikin.
Navenda Hevahengiya Operasyonên Mirovî ya girêdayî hêzên Hûsi, di daxuyaniyekê de ku ajansa nûçeyan a Saba belav kiriye, ragihand: Em hemû rêyên hewayî yên ku li ezmana Siûdiyê dixebitin hişyar dikin ku ew ezman êdî ewle nîne.
Hûsiyan sedema vê hişyariyê parastina ewlehî û tenduristiya hewayagiriya sivîl û jiyana welatiyan nîşan da, lê di heman demê de gef xwar ku ezmana Siûdiyê dê bibe qada operasyonên hêzên wan ên çekdar. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Komara Yemenê piştî vê ragihandinê berpirsiyariya tu bûyerekê nagire.
Ev gef di demekê de ye ku tengezariya leşkerî ya di navbera Hûsiyan û Siûdiyê de li herêmê gihiştiye asteke xeternak û bikaranîna ezmanê welatan ji bo operasyonên leşkerî aloziyên zêdetir çêkiriye.







