Hêzek ji Lîwaya 61emîn a Heşda Şeʿbî li sînorê qezaya Hewayce ya parêzgeha Kerkûkê, êrişa terorîstên DAIŞê li ser kamerayeke çavdêriya germahiyê betalkir, bêyî ku tu zirareke canî rû bide.
Rêveberiya Giştî ya Ragihandina Desteya Heşda Şeʿbî di daxuyaniyekê de ragihand: êvara roja pêncşemê, hêzek ji Lîwaya (61)emîn a Heşda Şeʿbî karî êrişeke bermayiyên terorîstên DAIŞê li sînorê qezaya Hewayce ya parêzgeha Kerkûkê betal bike.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: terorîstên DAIŞê di dema êrîşa xwe de li hundirê sînorê sektora "Denadîş" li bakurê Hewayceyê, kamerayeke çavdêriya germahiyê kirine hedef û paşê ber bi cihekî nenas ve reviyane.
Heşda Şeʿbî her wiha îşaret pê kiriye ku di encama vê êrîşê de tu zirareke canî an jî birîndarbûn di rêzên hêzên ewlehiyê de nehatiye tomarkirin.







