Artêşa Pasdarên Îranê ragihand, keştiyeke mezin a neftbar a binpêker li rêya başûrê Tengava Hurmuz ji ber ketina ser mayînekê ya deryayî teqiya.
Îro sêşem, 20-ê Çirîna yekem a 2026-an, Artêşa Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de belav kir: keştiyeke mezin a neftbar a binpêker, piştî ketina ser mayînekê ya deryayî li rêya başûrê Tengava Hurmuz, teqiya.
Di daxuyaniya Artêşa Pasdaran de hate tekez kirin: "Xwediyên keştiyan û ekîbên wan berpirsiyariya tevahî ya derbasbûna wan rêyên nepejirandî li Tengava Hurmuz digirin ser milên xwe".







