Kremlinê îro pêncşemî ragihand ku berdewamkirina êrîşên Ukraynayê li ser rafîneriyên neftê yên Rûsyayê, hewildanên Donald Trump, serokê Komarê yê Amerîkayê, ji bo gihiştina aştiyê pûç dike.
Dmitry Peskov, berdevkê Kremlinê, di gotinekê de got: «Kîev berdewam dike ku êrîşî van tesîsatan bike û ev tê wateya nakokiyeke cidî bi hewildanên ku Amerîka û danûstandkarên Amerîkî ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê dikin re.»
Ev gotinên Kremlinê di demekê de hatin kirin ku Washington pêşniyara agirbestê di beşa enerjiyê de pêşkêş kiriye, lê Moskow hêj bi awayekî fermî razîbûna xwe bi vê pêşniyarê re ragihandî nake; tevî ku Kremlin êrîşên Ukraynayê wekî astengiyek li ber vê destpêşxeriyê dibîne.







